Nobeta edaletê di roja 589’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 589'an a nobeta edaletê de ev parvekirin kir: "Dayik li bendê ye ku Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê biryareke adilane bide.”

Riha – Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 589’emîn de ye.

Malbata Şenyaşar di saetên serê sibehê de hat pêşiya Edliyeya Rihayê û pankarta “Edalet ji bo Malbata Şenyaşar” hilayîste blokên beton û dest bi nobete kirin.

Li benda biryara adilane ye

Malbatê ji hesabên xwe yên medyayê hesabên Wezareta Dadê, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) etîket kirin û wiha got: “Li dijî malbata me neheqî û bêhiqûqiya yekem li Edliyeya Rihayê dest pê kir. Bûyer bi tena serê xwe yek bû lê kirin du doz. Dayik li bendê ye ku Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê biryareke adilane bide.”