Nobeta edaletê di roja 571’emîn de ye

Malbata Şenyaşar ku li Rihayê Nobeta Edaletê didomîne, wiha got: “Li Rihayê birîna edaletê hêj xwîn diherikîne. Edalet nikare kesên binax bûne vegerîne lê ji wijdana birîndar re dibe melhem. Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike.”

Riha – Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 571’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam dike. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibê de li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobetê kir. Şenyaşar pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo herkesê edalet” bi blokên betonê yên ber deriyê edliyeyê ve daliqand.

“Kîjan pergal bi zilmê li ser piyan maye”

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê bi etîketa “Meşa Mezin” ev parvekirin kir: “Li Rihayê birîna edaletê hêj xwîn diherîke. Edalet nikare kesên biax bûne paş ve bîne lê ji wijdana birîndar bûyî re dibe melhem. Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike. Di dîrokê de kîjan pergal bi zilmê li ser piyan maye!”