Nobeta Edaletê di roja 516’an de ye

Malbata Şenyaşar di roja 516’emîn a nobeta xwe de got: “Hemû kesî heq da têkoşîna me ya edaletê. Edalet dereng ket lê dê rojek pêk were.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 516’emîn de ye. Malbat, ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobeda xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 

“Edalet dê pêk were”

Malbatê li ser hesaba xwe yê medyayê wêneyê ambûlansa ku di êrîşa 14’ê hezîrana sala 2018’an de birîndar vediguhestin û rastî êrişê hatibû parve kir û ev peyam da: “Yên ku ji bo meqam û rayeyê li dijî vê zilmê bêdeng dimînin, bila sibê dema edalet pêk hat li cem me nesekinin. Hemû kesê heq da têkoşîna me ya edaletê. Edalet dereng ket lê dê pêk were.”