Nobeta edaletê di roja 509’emîn de ye: Dê dîrok ji bîr neke

Malbata Şenyaşar di roja 509’emîn a nobeta edaletê de vê peyamê parve kir: “Dê dîrok kesên malbata min li nexweşxaneyê qetil kirin û ev 4 sal in kurekî min di hepsê de dihêlin ji bîr neke.”

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 509’emîn de ye.

Malbata Şenyaşar ji ber ku îro dawiya hefteyê edliyeyê girtî ye, nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê bi hashtaga “#ARTIKDURDIYORUZ” ev parvekirin kir: “Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye. Berxwedana wê ye ku edaleta li Rihayê hatiye binaxkirin dîsa ji wir derxînin. Dê dîrok kesên malbata min li nexweşxaneyê qetil kirin û ev 4 sal in kurekî min di hefsê de dihêlin ji bîr neke.”