Nobeta edaletê di roja 484’emîn de ye

Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 484’emîn de bê navber didome. Malbatê îro vê pêyamê parve kir: “Em li dijî zîhniyeta ku dibêje ‘serokkomar li pişt me ye, em xurt in’ têdikoşin.”

Navenda Nûçeyan - Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, li ber Edliyeya Rihayê di roja 484’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû tev li nobedê nebû û Ferît Şenyaşar nobeda îro bi rê vebir.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Li Rihayê ji bo tu di dozekî de mafdar bî û heqê xwe bigirî têr nake. Li Rihayê dayikek ku kezeba wî şewitî ye li dijî zîhniyeta ku dibêje ‘serokkomar li pişt me ye, em xurt in’ têdikoşe û têkoşîna herî mezin ji bo edalet û wîjdanê dide.”