Nobeta edaletê di roja 477’emîn de ye
Çalakiya nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar dan destpêkirin di roja 477’emîn de bê navber didome.
Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 477’emîn de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar bi etîketa hesabên @Akparti û @akpartiurfa vê pêyamê parve kir: “477 roj e dayê ji bo edaletê li ber deriyê edliyê rûniştî ye. Derbarê wê de 16 lêpirsîn hat vekirin. Sibê dema ku yên hilbijartî ji bo ray komkirinê dakevin nava gel, wê gel wiha bipirsin: “Ev dayik çima li ber edliyê rûdinê.” Gelo tu bersivek ewên hatine hilbijartin li hemberî vê pirsê bidin heye?”