Nobeta Edaletê di roja 442’yemîn de ye: Zilm berdewam e

Malbata Şenyaşar a hêjayî ‘Xelata Mafê Mirovan a Aşitî û Demokrasiyê hat dîtin, di roja 442’yemîn a çalakiya xwe de li Stenbolê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam dije.

Stenbol – Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 442’yemîn de didome.

Di ‘Merasîma Bîranîn û Xelatên Mafên Mirovan a Aşitî û Demokrasiyê ya Dr. Sevîn Ozgunerê’ ya ji aliyê odeya Tabîban a Stenbolê ve tê sazkirin de, ev sal Xelata Aştî û Demokrasiyê hêjayî malbata Şenyaşar hat dîtin. Malbat ji bo beşdarî merasîmê bibin duh hatibûn Stenbolê. Xelata Emîne Şenyaşar ji aliyê Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncancî ve hat dayîn.

“Em li gel malbata Şenyaşar in”

Seroka odeya Tabîban a Stebolê Nergîs Erdogan di merasîmê de axifî û sedêmê xelatkirina malbata Şenyaşar wiha bilêv kir: “Ev  xelat ji bo malbata Şenyaşar hat dayîn ji ber ku nexweşxane divê cihê herî bi ewleh bin lê endamên malbata Şenyaşar li vir hatin qetilkirin. Ev êriş di heman demê de li hemberî me hekîman hatiye pêkanîn. Li hemberî van êrişan bêdengbûna rêxistinên bijîjk nayê fikirîn. Di her kêliyê de têkoşîna lêgerîna heq a malbata Şenyaşar ku li hemberî bêheqiyê têkoşîna heq dimeşîne, rêya hêviyê ronî dike û têkoşîna lêgerîna heq a xebatkarên Bogazîçî berdewam dike, di vê têkoşînê de em li gel wan in”.

“Ezê têbikoşim”

Emîne Şeyaşar a piştî girtina xelatê axifî û wiha got: “Heya ku kûrê min Fadil neyê berdan ezê ji ber edliyê neçim. Ez edaletê dixwazim lê edalet nîne. Li kurê min dan. Êdî em westiyan. Di şevekî de nexweşxaneyê boyaxkirin ji ber xwînê. Edaleta vê hikumetê nîne. Ev zilam nikaribû bibe wekîl,lê ji ber dewlet li pişt wî bû, bû wekîl. Ji ber ku ez diçim edliyê ez têm binçavkirin, li kurê min didin lê heya ku kurê min neyê berdan ezê têbikoşim”.