Nobeta Edaletê di roja 434’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di 434êmîn nobeta xwe ya edaletê de daxwaz kir ku weke kesê ku komkujiya li nexweşxaneyê bi plan kiriye fezlekeya wekîltiya Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî bi awayekê lez bişînin Meclîsê.

Riha – Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê d e li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 432’emîn de berdewam dike. 

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 434'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di saetên serê sibehê de hatin ber edliyeyê û dest bi nobeta xwe kirin. 

Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya sanal hesabê meclisê yê fermî etîket kir û ev parvekirin kir: "Nobeta me ya edaletê di roja 434'an de berdewam dike. Yek ji organîzatorê kokmkujiyê hat girtin. Yek jê jî hê li meclisê ye ku wê di demeke nêz de fezlekeya wî biçe meclisê."