Nobeta Edaletê di roja 430’an de ye: Berê me li edaletê ye
Malbata Şenyaşar bi peyama "Dibe ku xwediyên meqaman bên guhertin, berê me li edaletê ye û ew ê neguhere” daxwazên xwe yên edaletê dubare kirin.
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, berdewam dike.
Ji ber Emîne Şenyaşar çû hevdîtina kurê xwe Fadil Şenyaşar ê nêzî 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin, nobetê Ferît Şenyaşar digire. Şenyaşar ê hate pêş edliyeya Rihayê, li qada ku weke “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar" tê pênasekirin nobeta xwe didomîne.
Malbata Şenyaşar di roja 430’an ya çalakiya xwe de, derbarê ji peywîrgirtina Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn de li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Têkoşîna me ya heq, hiqûq û edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 430’emîn de berdewam dike. Dibe ku xwediyên meqaman bên guhertin, berê me li edaletê ye û ew ê neguhere.”