Nobeta edaletê di roja 425’emîn de ye: Emê dest ji têkoşîna xwe bernedin

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatiye destpêkirin, 425 roj in bê navber didome.

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê d e li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 425’emîn de ye. 

Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne. 

Em wek welatiyên vî welatî bi fikar in”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: “Em wek welat di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Rêveberiya xerab felaket e. Em wek welatiyên vî welatî bi fikar in. Tevî her tiştî jî heta ku daxwaza me ya hiqûqî bicih were, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”