Nobeta edaletê di roja 416’an de ye
Emîne Şenyaşar bêyî ku bibêje berf, zivistan, serma û germ 416 roj in nobeta edaletê didomîne.
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê, di roja xwe ya 416’an de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar serê sibehê hatin ber edliyeya Rihayê û nobeta xwe ya edaletê dan destpêkirin. Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê hesabên Wezareta Dadê û Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kirin û ev parvekirin kir: “Me di pêvajoya nobeta xwe ya edaletê de heqaret li kesê nekir. Me bêbextî li kesê nekir. Me ev ji cîhanê re ragihand. Daxwaza me bu daxwaza bi milyonan kesan. Êdî bes e bila edalet were.”