Nobeta edaletê di roja 414’emîn de ye

Malabata Şenyaşar di roja 414’emîn a nobeta edaletê de vê pêyamê parvekir: “Dû kurên min û hevserê min qetil kirin. Ez dixwazim tevî kurê xwe yê ev çar sal e girtî ye biçim mala xwe û şîna xwe bigrim.”

Riha – Li ber edliya rihayê nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a 14 Hezîrana 2018 li Pirsûsê ji aliyê parazvan û xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê Wekîlê AKP’ê yê Rihayê û kûrê wê Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bû di roja 414’emîn de berdewam dike.

Di roja 414’emîn a nobeta edaletê de malbata Şenyaşar serê siharê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliya Rihayê û nobeta xwe ya edaletê dan destpêkirin.

 “Ez dixwazim bi kurê xwe re biçim malê”

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yê medya mecazî bi ser zêdekirina hesabên Wezareta Edaletê û Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdagê vê pêyamê parvekir: “Dayîka Emîne: Derbarê doza me de gavekî hiqûqî hat avêtin. Dewlet jî hikumet jî vê yekê qebûl kir ku zarokên min bê sûc e. Dû kurên min û hevserê min qetil kirin. Ez dixwazim tevî kurê xwe yê ev çar sal in li hucreya yek kesî de tê girtin biçim mala xwe û şîna xwe bigrim”.