Nobeta edaletê di roja 412’emîn de ye
Malbata Şenyaşar roja 412'emîn a nobeta edaletê bi gotina "Dema Fadil Şenyaşar ê 4 sal in di girtîgehê de ye bê berdan em ê taziya xwe deynin" dewam kir.
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftê ye û edliye girtî ye, malbatê îro çalakiya xwe ya edaletê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
Malbata Şenyaşar di roja 412’emîn a çalakiya xwe de li ser hesabên xwe yên medyayê ev parvekirin kir: “Em ê daxwaza xwe ya hiqûqî di nava sînorên hiqûqê de bigerin. Bila her kesê ku di bûyerê de cih girtiye, cezayê ku heq dike bigir. Dema Fadil Şenyaşar ê 4 sal in bi awayekî neheq di girtîgehê de tê ragirtin bê berdan em ê taziyeya xwe deynin. #AdaletGeliyor”