Nobeta Edaletê di roja 399’emîn de ye
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 399’emîn de berdewam dike.
Rîha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, berdewam dike.
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kûrê wê Ferît Şenyaşar rûxmê meha Remezanê jî di roja 399’an de bi daxwaza ‘edaletê’ berdewam dike.