Nobeta Edaletê di roja 384’an de ye
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar têkoşîna Edaletê di roja 384’an de didomîne.
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 384’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne.
Malbatê, li ser hesabê xwe ye medyayê ev parvekirin kir: "Peywira darazê ne parastina sûcdaran e. Edalet; roja ku bêyî ku li meqam û heza wan binêre sûcdaran ceza bike dê li vî welatê hin tişt biguherin! Kê dikare li deriye edliyeya Rihayê binêre û bibêje edalet heye?"