Nobeta Edaletê di roja 383’an de ye

Nobeta Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar dabûn destpêkirin 383 roj in berdewam dike.

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 383’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê hesaba Wezareta Dadê etîket kir û ev parvekirin kir: “Em helwesta darazê ya serbixwetî û bêalîtiyê di dozên siyasî de dibînin. Em îro dibînin ku wijdana kesên daraz anîne ber mirinê jî nema ye. Israra dayikan wê edaletê bîne.”