Nobeta Edaletê di roja 375’an de berdewam dike
Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatibû destpêkirin 375 roj in bênavber berdewam dike.
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 373’ande berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyên xwe nehat cihê nobetê, wekî her rojê Ferît Şenyaşar li ber edliyeyê didomîne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev parve kir: “Hewldan û têkoşîn hêviyê ava dike. Em hêvîdar in ji ber ku li pêşiya Edliyeya Rihayê 375 roj in ji bo heqiyê têdikoşin û bi milyonan kes xwedî li vê çalakiyê derdikevin. Em ê teslîmî hewa û atmosfera tirsê nebin!”