Nobeta Edaletê di roja 372’an de berdewame

Emîne Şenyaşar a Nobeta Edaletê di roja 372’an de didomîne, got: ”Erdogan jî dizane ku zarokên me bê sûc hatin kuştin. Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma Erdogan tenê nabihîze? Zarokên Emîne Erdogan jî hene.”

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 372’an de dewam dike.

 

“Zarokên min li pêş çavê hemû kesî hatin qetilkirin”

 

Emîne Şenyaşar da zanîn ku Nobeta wan di bin zilmê de didomîne û wiha domand: “Nobeta me salek derbas kir. Heta hemû kesên zarokên min qetil kirin neyên girtin, em ê ji vir naçin. Dixwazim ku kurê min bê berdan. Kurê min zêdetirî 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Zarokên min li kargeha xwe hatin birîndarkirin û rakirin nexweşxaneyê. Divê nexweşxaneya dewletê, birîndarên dewletê biparastiba. Lê li pêş çavên hemû kesî li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Xwîna zarokên min kete nava hev. Qeydên nexweşxaneyê hatin dizîn û hemû kes bi vê dizane. Erdogan jî dizane ku zarokên me bêyî sûcekî wan hebe hatin kuştin. Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma Erdogan tenê nabihîze? Zarokên Emîne Erdogan jî hene.”

 

“Dozgerên dewletê li ku ne?”

 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê hesaba Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û Waliyê Rihayê Abdullah Erîn etîket kir û ev parvekirin kir: “Li Edliyeya Rihayê ev bû salek û 7 roj. Hem walî, hem dozger û hem jî gelê Rihayê dizane ka kê hevjîn û 2 zarokên vê dayikê qetil kirine. Her welatiyekî dikeve nexweşxaneyê, di bin parastina dewletê de ye. Dayik li pêşiya edliyeyê lê dozgerên dewletê li ku ne?”