Nobeta edaletê di roja 369’an de dewam dike

Malbata Şenyaşar a ku 369 rojin têkoşîna xwe ya edaletê dewam dikin xwestin dengê wan bê bihîstin.

Riha – 14’ê Hezîrana 2018’an xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji komkujiyê bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobeta edaletê ya dayîn despêkirin di roja 369’an de dewam dike.

Di rojên betlaneyê de deriyê edliyeyê girtî ye lewma jî malbata Şenyaşar çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir. Malbatê, têkildarî mijarê li ser medyaya civakî ev peyam parve kir: “Serdestên ku welêt bi rê ve dibin; naxwazin ku civak zane bibe, biaxive û bikeve nava liv û tevgerê. Li nexweşxaneyê komkujiyek bi serê malbata me anîn. Kiryarên komkujiyê ji hêla desthilatdariyê ve tên parastin. Heta ku edalet pêk tê, em ê bêdeng nemînin. Em ê vê bêhiqûqiyê li her deverê vebêjin.”