Nobeta “edaletê” di roja 339’an de ne
Emîne Şenyaşar a 339 roj in di nobeta edaletê de ye, ji bo dîtina kurê xwe yê girtî çû Xarpêtê. Ferît Şenyaşar li ber edliyeyê nobeta xwe didomîne.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 339’an de berdewam dike.
Emîne Şenyaşar ji bo dîtina kurê xwe yê girtî Fadil Şenyaşar çû Xarpêtê, beşdarî çalakiyê nebû. Ferît Şenyaşar li ber pankarta wêneyên xizmên xwe yên hatin qetilkirin cih digre, di çalakiyê de cihê xwe girt.
“Deriyê Edliyeya Rihayê binêrin”
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê ev parvekirin kir: “Li Tirkiyeyê pisûlaya edaletê, Qesra Edaletê ya Rihayê ye. Kesên ku qala edalet û hiqûqê dikin bila pêşî li deriyê Edliyeya Rihayê binêrin! Zagonan rakirinê refikan, Serdozger bi eşkereyî fermanên serweran pêktînin.”