Nobeta “edaletê” di roja 336’an de ne

Emine Şenyaşar a du kur û hevjînê xwe windakirî di roja 336’an de nobeta “edaletê” dewam dike.

Rıha – Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 336’an de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam par kir:  “Egala ku Dayikên Şemiyê bi destan çêkirîn û şandîn dê dayikê ji sermê biparêze lê birîna edaletê dê dê her dem vekirîbe û xwîn jê biherike. Nobeta me ya edaletê di roja 336’an de dewam dike …”