Nobeta “edaletê” di roja 322’an de ne

Malbata Şenyaşar a 322 rojin li ber Edliya Rihayê di çalakiyê dene dibêjin: “Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî li dijî daxwazên me yên edaletê hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye.”

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 322’an de berdewam dike. Ji ber serma û şertên hewayê Emîne Şenyaşar nobeta xwe ya li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî hat ber edliyeyê dest bi nobetê kir.
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyayê hesabê Walîtiya Rihayê û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan etîket kir û ev parvekirin kir: "Çavên Themîs ku mîzana edaletê di destê wî de ye girtî ne. Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî li dijî daxwazên me yên edaletê hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye. Nobeta edaletê di bin baranê de di roja 322'yemîn de berdewam dike."