Nobeta edaletê di roja 312’an de ne
Malbata Şenyaşar ji Serdozgerê Komarê yê Rihayê re got, “Li şûna ku hûn rêgezên hiqûqê bi cih bînin, we talîmatên serweran bi cih anîn. Hemû bar wê li ser milên we bimîne.”
Riha- Nobeta "edalet" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber edliyeyê Rihayê di roja xwe ya 312’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar îro danê sibehê hatin li ber edliyeyê Rihayê qada ku weke “quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” tê pênasekirin, dest bi nobeta xwe kirin.
"We talîmatên wan bi cih anî"
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medyayê hesabê Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî etîket kir û ev peyam parve kir: “Serdozger Onder Yenîçerî û tîma wî li şûna ku rêgezên hiqûqê bi cih bînin, talîmatên serweran bi cih anîn. ‘Hemû bar wê li ser milên we bimîne!’ Kesên îro talîmat dane we wê sibê bêjin ‘ma we ji me pirsî’.