Nobeta "edaletê" di roja 309’an de ne
Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber avahiya Edliyeyê berdewam dike.
Riha- Nobeta "edalet" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 309’an de berdewam dike.
Dema ku Ferît Şenyaşar di roja 309’emîn a nobeta edaletê de tevî hewaya sar li pêşiya pankarta li ber edliyeyê nobeda xwe berdewam kir, Emîne Şenyaşar jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî were li ber avahiya Edliyeyê.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parve kir: "Ji ber ku Hz. Yusuf hat tawanbarkirin wî avêtin zindanê. Em hem bi qetlîamê re rûbirû man hem jî bi tawanbariyê re rûbirû man. Tevî ku heqîqet derketiye holê jî yê ku malbata wî hatiye qetilkirin di hucreyê de ye û yên qetlîamê jî kirine li derve ne! Em vê zilmê qebûl nakin. Civak vê zilmê qebûl nake."