Nobeta “edaletê” di roja 308’an de ne

Nobeta “edalet”’ ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliya rihayê dayî despêkirin li gel bêdengiya rayedaran jî didome.

 
Riha- Nobeta “edalet”’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 308’an de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar di roja 308’an de li gel hewaya sar jî çalakiya xwe li ber edliyê dewam dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê civakî hesabê Serokkomar Erdogan û hesabê meclisê yê fermi etîket kir û got: “Têkoşîna me ya li ber devê deriyê avahiya Edaletê ya Rihayê di roja 308’an de ne. Yên îro di TBMM yê de bêdeng dimîne sibê hunê nikarin li hemberî civakê xwe biparêzin.”