Nobeta “edaletê” di roja 306’an de ne

Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 306’an de dewam dike.

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 306’an de berdewam dike. Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin, di roja 306'an de ji ber dawiya heftê ye li mala xwe ya li Pirsusê dewam dikin.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê bal kişand ser îstîfakirina 500 endamên AKP'ê yên li Pirsûsê û got: "Gel li Rihayê dixwaze ev neheqî û zilm bi dawî bibe. Ji ber ku ev zilm dewam dike, li Pirsûsê 500 endaman ji AKP'ê îstîfa kiriye. Heta ku qeweta me hebe em ê li dijî neheqian û bêhiqûqiyê derkevin da ku em di siberojê de rojên xweş bibînin."