Nobeta "edaletê" di roja 305’an de ye
Malbata Şenyaşar a ku diyar dikin têkoşîna wan ji bo edaleta Tirkiyeyê ezmûneke dîrokî ye, 305 roj in ji bo edaletê diqîrin.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 305’an de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar di roja 305’an nobeta xwe de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî hesabên Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB), Serokomarê ji AKP’yî Tayyîp Erdogan, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê etîket kirin û ev peyam parve kir: “Edalet ew e ku lawazan li hemberê bihêz, feqîran li hember dewlemendan diparêze. Ji ber ku dozgerên tirsonek hene ku nikarin ji kesên bi hêz hesap bipirsin, hêsirê dayik li ser teraziya edaletê dibare. Ev têkoşîn ji bo edaleta Tirkiyeyê ezmûneke dîrokî ye."