Nobeta “edaletê” di roja 300’an de ne

Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 300’an de dewam dike.

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 300’an de berdewam dike. 
Ji ber dawiya hefteyê ye Emîne Şenyaşar li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe didomîne. Ferît Şenyaşar jî ji bo beşdarî forûma Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) ya li ser “Heke em li dijî xizanî, kedxwarî, bêkariyê bibin yek, em ê serbikevin” li Stenbolê ye. 
Malbatê li ser hesabên xwe yên medya yê ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 300’emîn de li Stenbolê berdewam dike. Em ê îro tevlî foruma ku BMG bi dirûşmeya HEQ! HIQÛQ! EDALET! li dar dixe bibin. Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê.”