Nobeta “edaletê di roja 296’an de ye

Emine Şenyaşar û kurê xwe Ferit Şenyaşar ên 296 rojin çalakiya nobeta “edaletê” dewam dikin gotin: “Em bi biryar in em ê edaletê bi hev re bînin.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 296’an de dewam dike. Malbat li gel Fadil Şenyaşar ê sê salin li Girtîgeha Xerpêtê di hucreya yek kesî de tê girtin bi telefonê peyîvîn. Ji ber dayika Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nekarî bê ber Edliya Rihayê li mala xwe ya Pirsusê çalakiya xwe dewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bal kişand ser çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Amed û Wanê dane destpêkirin û ev peyam parve kir: “Dema me Nobeta Edaletê dabû destpêkirin me ji bo herkesî dabû destpêkirin. Nobetên Edaletê piştî me belavî hin bajarên din jî bû. Li Amed û Wanê mirov ji bo zarokên xwe di nobeta edaletê de ne. Em bi biryar in em ê edaletê bi hev re bînin.”