Nobeta “edaletê” di roja 152’an de ne

Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin û kurek jî di girtîgehê de ne li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar 152 rojin çalakiya nobeta “edaletê” dewam dikin.

Riha – Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an ji aliyê xizim û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobeda "Edaletê" di roja 152’emîn de didomînin.
Malbatê di parkirinên xwe yên li ser hesabê xwe yê medya yê de, spasiya endamên Lijneya Koordînasyona Rihayê (ÎKK) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê yên duh serdana wan kiribûn kir. Malbatê, di parvekirina xwe de ev peyam da: “Lijneyên Koordînasyona Riayê (ÎKK) û TMMOB’a Amedê serdana piştevaniyê ya têkoşîna edaletê li me kirin. Minnetdarê hemû kesên ku dibin dengê me. Em ê bi hev re mêzîna  edaletê ya xirab bûye hevseng bikin.”