Nobeta edaletê 387’an de ne

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar nobeta xwe ya edaletê 387 roj in didomînin û dixwazin dengê wan bê bihîstin.

Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. 

Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe beşdarî nebû, kurê wê Ferît Şenyaşar didomîne.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Kesên ku zarok û hevjînê vê dayikê li nexweşxaneyê qetil kirin, ji ber ku xwe li pişt Recep Tayyîp Erdogan vedişêrin, lewma ev 387 roj in ev dayike li ber deriyê edliyeyê diqîre. Hemû cîhan hewara vê dayikê bihîst. Lê vê dayikê kir û nekir nekarî dengê xwe bigihîne serokomar...”