Nobeta "Edaletê" 350 roj in berdewam dike
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ku 350 roj in nobeta xwe ya "edaletê" didomînin, wiha gotin: "Em li şûna ku li malê rûnin û di bin zilmê de bijîn, tercîh dikin ku li ber Edliyeya Rihayê bicemidin. Bila ev jî bibe şerma kesên ku li Tirkiyeyê qala hiqûq û edaletê dikin."
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ku 350 roj in nobeta xwe ya "edaletê" didomînin, wiha gotin: "Em li şûna ku li malê rûnin û di bin zilmê de bijîn, tercîh dikin ku li ber Edliyeya Rihayê bicemidin. Bila ev jî bibe şerma kesên ku li Tirkiyeyê qala hiqûq û edaletê dikin."
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 350'an de berdewam dike.
"Zilm li me tê kirin"
Emîne Şenyaşar anî ziman ku wijdanê hikûmeta AKP'ê tune ye û wiha got: “Ez li vir û kurê min ê din jî li girtîgehê riziya. Zilm li me tê kirin. Bila êdî dawî li vê zilmê bê. 3 kes kuştin û yek jî xistin girtîgehê. Gelo mirov çawa li nexweşxaneyê tên kuştin? Erdogan çima piştgiriyê dide van kesan? Êdî bes e û bila kurê min berdin. Çavên min nabînin û ez kurê xwe dixwazim. Ez, ji bo hemû kesan edaletê dixwazim. Kesên ku malbata min qir kirin, niha li derve digerin. Lê kurê min di girtîgehê de ye. Gelo ma wijdan ev e? Mirov çawa li nexweşxaneyê tên kuştin?
"Hemşîre dîn bû, bijîşk îstîfa kir. Lê Yildiz îstîfa nekir."
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev gotin parve kirin: “Em li şûna ku li malê rûnin û di bin zilmê de bijîn, tercîh dikin li ber Edliyeya Rihayê bicemidin. Bila ev jî bibe şerma kesên ku li Tirkiyeyê qala hiqûq û edaletê dikin.”