Nobedarên edaletê: Divê kes li malê rûnenê!

Jinên ku ji bo piştgiriyê bidin greva li girtîgehan, dest bi nobetê kirine gotin ku divê tu kes li malê rûnenê û bang kirin ku divê her kes piştgiriyê bide girtiyan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de azad bibe û çareseriya meseleya Kurd bi awayê demokratîk, greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kiriye bi dorveger berdewam dike. Greva ku roja 27’ê Mijdarê dest pê kir dê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome. Ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re, nobeta edaletê ya ku malbatên girtiyan li Amedê dest pê kirine didome. Malbatên ku nobeta xwe bi çepik, tilîlî û dirûşman didomînin ji bo piştgiriyê bang li her kesê kirin.

Jinên ku tevli nobeta edaletê bûne diyar kirin ku ji bo şikandina tecrîdê divê xebatên baştir werin kirin û dan zanîn ku fikara wan ew e ger daxwaz neyên bicihanîn grev piştî 15’ê Sibatê jî bidomin. Jinan diyar kir ku ji bo ev yek çênebe divê her kes piştgiriyê bide û gotin: “Mafê kesê tune ye li malê rûnê.”

Semra Akyuz a ku ji bo piştgiriyê dest bi nobetê kiriye bal kişand ser tecrîda ku hem li girtîgehan hem jî li ser civakê heye û got ku ew di her kêliya jiyanê de xwe di bin tecrîdê de hîs dikin. Semra Akyuz bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin û da zanîn ku li Kurdistanê ne ji bo ciwanan, ne zarok û ne jî jinan cih nehiştine.

‘Ji bo hemûyan têdikoşin’

Semra Akyuz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ger tecrîda li Îmraliyê rabe, pê re dê ya li ser girtîgehan û civakê jî sivik bibe. Em binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û tecrîda heyî dibînin. Haya her kesê ji rewşa girtîgehan heye, bi sedan girtî tevî ku cezayê wan diqede jî nayên tehliyekirin. Girtiyên nexweş li ber mirinê jî bernadin. Ev kiryarên dermirovî ne, ji ber ku girtî vê yekê napejirînin ketin grevê. Li ser gelê Kurd zexteke mezin heye. Li kolanan li her derê zext hene. Divê kes çavên xwe ji van zextan re negire.”

‘Bila her kes destên xwe dayne ser wijdanê xwe’

Turkan Yildiz jî got ku ji bo piştgiriyê ji Farqînê hatiye cihê nobetê û diyar kir ku ji bo mirov dayikan fam bike ne hewce ye mirov xizma girtiyan be, wijdanê mirov hebe bes e û got ku ji derveyî edaletê tiştek din naxwazin. Turkan Yildiz wiha domand: “Em dixwazin vê tecrîda ku li her warê jiyanê heye bi dawî bibe. Tecrîd îro ne tenê li ser girtiyan, li ser malbatên wan jî heye. Em naxwazin kes bigirî û bimre. Daxwaza me tenê edalet û aştî ye. Em dibêjin aştî ew dibêjin şer. Em yekitî û bihevrebûnê dixwazin. Hemû dayikên Kurd bila destên xwe daynin ser wijdanê xwe, piştgiriyê bidin girtiyan. Kesên di girtîgehan de zarokên me ne. Ger her kes destên xwe bixe binê kevir dê ev grev biqede.”

‘Bila her kes tiştek bike’

Xizma girtî Behiye Kirik jî got: “Hemû girtiyên li girtîgehan ji bo me yek in, ji bo wan çi ji destên me were em ê bikin. Nêzî mehek e grev didome. Girtî ji bo dawî li binpêkirina mafan were ketin grevê lê bi grevê re zextên li ser wan zêde bûn. Av û leymûnê jî nadin kesên ketine greva birçîbûnê. Nahêlin avê jî vexwin. Dixwazin li wê derê bimrin. Li dijî van kiryaran divê em hemû bi hev re hereket bikin. Wan di nava çar dîwaran de girtine, ji bo berxwedana wan ciwanan divê em li malê rûnenên. Ev zilm û dagirkerî her diçe zêdetir dibe. Ji bo ku ev grev dirêjtir nebe divê her kes çi dikeve ser bike. Tenê bi rakirina tecrîdê ev yek dikare were çareserkirin.”