Nobeda Edaletê di roja xwe ya 450’emîn de berdewam dike
Malbata Şenyaşar ku 450 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobetê didomînin, gotin ku ji rewşa heyî ya pergala hiqûqê, hemû kesên xwe li bêdengiyê didin berpirsyar in.
Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 450’emîn de berdewam dike. Dayik Emîne Şenyaşar a ji ber ku nexweş bû nekarî were ber edliyeyê, Ferît Şenyaşar nobetê domand.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê wezîrê edaletê, baroyên Stenbol û Enqereyê etîket kir û ev parvekirin kir: “Yên ku çavên xwe ji zilma li pêşiya Edliyeya Rihayê tê kirin digirin, dê sibe bi kîjan rû derkevin nava gel? Ji rewşa heyî ya pergala hiqûqê, hemû kesên xwe li bêdengiyê didin berpirsyar in.”