Nobeda Edaletê di roja 688'an de didome

Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê malbata Şenyaşar ve li ber Edliyeya Rihayê hatiye destpêkirin di roja 688'an de berdewam dike.

 Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 688’an de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ji mala xwe ya Pirsûsê hatin pêşiya edliyeyê pankarta bi nivîsa "Edalet" vekirin û dest bi nobetê kirin.

Malbatê bi etîketkirina Waliyê Rihayê Salih Ayhan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kir: "Li paytexta turîzma alema Îslamê Nobeda me ya Edaletê di roja 688'an de berdewam dike. Walî Salih Ayhan li ber deriyê vekirî bi welatiyan re dicive. Daxwaza me ya hevdîtinê hê jî li ser maseya wî ye. Walî di navbera gel de ferq nadêyne.”