Nobeda edaletê di roja 452’emîn de berdewam dike

Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê bê navber didomîne, wiha got: “ Her derewek dibe deyndarê rastiyê û rastiyê ev deynê dubarê stand.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 452’emîn de ye. Malbat di saetên serê sibehê de ji mala xe ya Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê, di dema hatin û çûna welatiyan de derheqê dozê de agahî dan wan. 

Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyayê Wezareta Edaletê etîket kir û ev parvekirin kir: “Serdestên di doza me de li gel ku hemû hêza dewletê bi kar anîn jî bi tenê man. Her derewek dibe deyndarê rastiyê û rastiyê ev deynê dubarê stand. Yên ku dixwazin ji hêla xelkê Rihayê ve bên qebûlkirin, divê li pêşiya Edliyeya Rihayê bin...”