Nobeda edaletê berdewam dike

Ferît Şenyaşar ê ku Nobeta Edaletê bêyî Emîne Şenyaşar a ji ber doza xwe li Rihayê bû berdevam kir got:“Dayik îro li Rihayê wekî bersûc tê darizandin. Divê ti kesê ku rastî neheqiyê tê bêdeng nemîne û destê xwe bide destê dayikê têkoşînê berfireh bike.

Enqere-Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin,  di roja 106’an de didome.

Emîne Şenyaşar ji ber doza der barê wê de hatiye vekirin ya ‘heqeret li memurê cemawerî kiriye’ li Rihayê bû û îro tevli nobetê nebû. Kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 106’an de nobet berdewam kir.

Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku dayika wî Emîne Şenyaşar îro ji ber doza xwe li Rihayê bûye û wek gumanbar tê darizandin. Ferît Şenyaşar wiha anî ziman: “Dayika min îro li Rihayê wek gumanbar tê darizandin. Lê kesên ku sê mirov qetilkirin nayên darizandin. Divê tu kes li dijî vê bêdadiyê bêdeng nemîne. Divê her kes bi vê dayikê re têkoşînê mezin bikin.”

Li aliyê din jî  Sevînç Çakir ya ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hatibû girtin jî ji Emîne Şenyaşar bi bandor bibû û li ber wezareta dadê det bi çalakiya runiştinê kiribû û çalakiya wê jî di roja 28’emîn de berdewam kir.