Nivîskara Mexrîbî bi nivîsên xwe cihana jînan vedibêje

Nivîskara jin Letîfa Baqa diyar kir ku nivîsên wê hemû der barê dozên jinan û pirsgirêkên ku jin dijîn de ne û got ku bi riya nivîsên xwe hewl dide hişyariyê di nava civakê de çêbike.

RECAA XEYRAT

Mexrib- Nivîskara Mexribê Letîfa Baqa ku piraniya nivîsên wê der barê mijarên jinan de ne, hewl dide bi nivîsên xwe der barê jinan de hişyariyê di nava civakê de ava bike. Bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Odeya Vircînya Wolf’ ku ji çîrokên jinan îlham girtiye hewl daye jin bibin xwedî serxwebûna xwe ya madî û manewî.

Nivîskar Letîfa Baqa der barê nivîsên xwe de wiha got: “Nivîsandina li ser dozên jinan, gelek baş e. Nivîsandin çavkaniya ku girêdayî fikrên mirovan e û ev fikir jî dema ku digihîjin xwîner cihê xwe digrin. Her wiha dikare bi riya nivîsê hişyarî were belavkirin. Pirtûka min a bi navê ‘Odeya Vircînya Wolf’ ji çîrokên jinên dewlemend pêk tê der barê serxwebûna madî û manewî ya jinan de ye.”

‘Bi riya nivîsê hêrsa xwe nîşan didim’

Latîfa Baqa der barê tevgera femînîst û têkiliya wê ya bi daxwaza nivîskaran re wiha got: “Di demên dawî de min bal kişand ser gelek daxwazên çandî, siyasî, civakî û hwd lê belê li gorî min, daxwazên girêdayî afrînerî û nivîsandinê hatine paşguhkirin. Ji ber vê yekê vebijarka min, berdewamiya vê hişyariyê ye. Min nivîsandinê weke rengekî ji rengên fikran hilbijartiye. Ji ber ku ez bi riya nivîsên xwe hêrsa xwe ya li hemberî civaka mêrsalar der dikim. Herî zêde ez ji nivîskara Fransî Sîmon Du Bovar îlham digrim."

‘Divê wêje teng neyê destgirtin’

Latîfa Baqa derbarê têkiliya wêje û têkoşîna jinan de got: “Hinek rexnegir nizanin rexneyan bikin, ji ber nivîskaran dixin hinek cihên taybet. Nivîsên min ji destpêkê ve der barê jinan û dozên wan bûn, bi rêwîtiya ber bi cîhana jinan ve hatine nivîsandin. Rasterast nivîsên min li ser dozên jinan û taybetiyên wan in. Divê mirov wêjeyê teng neke. Rexneyên rast ew in ku yên taybetiyên şêwaz û cudahiyê çêdikin bêyî ku nivîskar reş bikin dikarin bandorê li afrîneriya wan bikin.”

‘Nivîsên min der barê doza jinan de ne’

Latîfa Baqa der barê nivîsên xwe yên der barê jinan de wiha got: “Ez jinek nivîskar im. Ji ber wê ez der barê rewş û doza jinan de dinivîsînim. Ez bi hêvî me bandora nivîsên min ne rasterast be jî bandorê li xwîneran bikin. Beriya nivîsan binîvîsînim,  bi wan jinan re dijîm û li jiyana wan dinêrim, dûre dinivîsînim da ku bikaribim bi nivîsên xwe bandorê li civakê bikim. Ez ne tenê bi riya nivîsên xwe dozên civaka xwe derdixim pêş. Bi riya hinek gotarên ku li ser medyaya dîjîtal jî parve dikim behsa pirsgirêkên jinan û civaka xwe dikim.”

‘Ez dozên jinan dişopînim’

Latîfa Baqa der barê helwesta xwe ya ji bo tevgerên jinan ên li Mexribê de wiha got: “Ez di tevgera femînîst a Mexribê de cih digrim lê belê di salên dawî de ez kêm amade dibim kê tişta der barê jinan de çêdibe ez dişopînim. Civaka Mexribê di nava civakên li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn de; bi doz û wekheviya di navbera herdu zayendan û edaleta civakî ve girêdayî ye.”