Nivîskara Filistînî Nejwa Xanim pirtûka xwe "Wings of Fear" îmze kir
Nivîskara Filistînî Nejwa Xanim pirtûka xwe ya "Wings of Fear" ku çîrokên trajediya jin û zarokên Filistînî vedibêje, îmze kir.
REFÎF ESLÎM
Xeza – Bi amadebûna femînîsteke mezin, nivîskar Nejwa Xanim şahiyek îmzekirina pirtûka xwe ya bi navê "Wings of Fear" ku çîrokên traediya jin û zarokên Filistînî vedibêje, li Xezayê li dar xist.
"Armanc bi nivîsandina vê pirtûkê bilindkirina dengê jinan li tevahiya cîhanê ye"
Nivîskar Nejwa Xanim diyar kir ku di pirtûka wê de 38 çîrokên ku behsa êşên jin û zarokên Filistînî dikin hene û wiha domand: "Cara yekem di sala 2012'an de li Ramallahê hatiye çapkirin û çapa niha ya duyemîn e. Min di pirtîka xwe de behsa pirsgirêkên jinên Filistînî yên di bin dagirkeriya Îsraîlê de, çanda baviksalarî ku ji aliyê civakê ve li ser wan hatiye ferzkirin, zewaca di temenê biçûk de û binpêkirina mafên wan ên perwerde û jiyanê kiriye. Navê pirtûkê ji tirsa ku jin dikşînin ango di warê xizanî, mirin û tundûtûjiyê hat. Armanc bi nivîsandina vê pirtûkê bilindkirina dengê jinan li cîhanê ye."
"Pirtûka "Wings of Fear" bi çîrokên jinan dewlemend e"
Nivîskar Emel Ebû Asî da zanîn ku pirtûka "Wings of Fear" bi çîrokên jinan dewlemend e û wiha pê de çû: "Ev pirtûk pêvekeke zengîn e ji pirtûkxaneya Erebî re û standek e ji bo piştgirîkirina jinan, ji ber ku jin pêwîstiya wan bi kesekî heye ku li ser rewşa wan biaxive ji ber ku ne hemû jin helbestvan û nivîskar in. Divê pirsgirêkên jinan di hemû berheman de bên pêşkêşkirin û hin ji wan bên çareserkirin. Ev tişta ku nivîskar Nejwa Xanim kiriye ew e. Ji bo ku cihekî fireh ji xwendevanan re bihêle ji bo ku beşa din a pirsgirêkan bixwîne û bi nivîs û diyalogê ji wan re çareyan bifikire. Jin di civaka Filistînê de xwedî cihekî bingehîn."
"Pirtûka "Wings of Fear" rastiya civakî, siyasî û bandora wan a li ser jinan nîşan dide"
Nivîskar Yusra El-Xetîb ku beşdarî şahiya îmzekirina pirtûkê bûye anî ziman ku nivîskar Nejwa Xanim her dem behsa pirsgirêkên jinan û sedemên zext û zordariya li ser wan dike û wiha lê zêde kir: "Pirtûka nivîskar Nejwa Xanim a "Wings of Fear" rastiya civakî, siyasî û bandora wan a li ser jinan nîşan dide. Nivîsa ku ezmûn, zanîn û baweriyê îfade dike neynika civakê ye."