Nivîskara blogê li Efganistanê hat girtin

Nivîskara blogê Aaliyah Malorin li Efganistanê ji aliyê Talîbanê ve hate binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Aaliyah Malorin, "blognivîseke" navdar, li parêzgeha Herat a Efganistanê ji aliyê rayedarên Talîbanê ve hate binçavkirin.

Hate gotin ku Aaliyah Malorin di bin îşkenceyê de hatiye binçavkirin. 

Aaliyah Malorin piştî ku Talîbanê qedexe kir ku jin bixebitin, dest bi karê medyaya dîjîtal kir.