Nivîsgeha Jinan a MSD'ê li Reqayê panelek lidarxist

Nivîsgeha Jinan a MSD'ê li Reqayê panelek bi navê ˊRola rêxistinên jinan di guhertin û pêşxistinê deˊ lidarxist. Di panelê de zehmetî û çareseriyên li pêşiya rêxistinên jinan ên li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Navenda Nûçeyan- Panel li avahiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Reqayê hat lidarxistin. Di panelê de endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kesayetên serbixwe yên hundirê Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêxistinên jinan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Yekitiya Demokratîk, Yekitiya Parêzeran û Meclisa Idliba Kesk beşdar bûn. 

Panel ji 2 mijara pêk hat. Mijara yekemîn li ser rewşa rêxistinên jinan û rola wan û mijara duyemîn jî li ser zehmetî û çareseriyên li pêşiya rêxistinên jinan bû.

Mijara yekemîn ji aliyê seroka Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Xidiro ve hat birêvebirin. Cîhan Xidiro got: "Di aliyê jinan û pratîkê de gelek xebatên me hene ku sûdê li têkoşîna jinan li Sûriyeyê dikin. Berê beşek ji çalakvanên jin bi hin rêxistinên alîkar ên navneteweyî re peyman îmze kirin."

Mijarê duyemîn jî ji aliyê rêvebera Meclisa Jinan a Helebê Zeyneb Qenber ve hat xwendin. Zeyneb Qenber diyar kir ku dema jin vegerin cewhera xwe, wê demê ew ê serkeftinê bi dest bixin.

Piştre berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fatme Ebdo got: "Jinan li hember hişmendiya desthilatdar şer kir û DAIŞ têk bir. Jinan di hemû qadên siyasî, rêveberî û leşkerî de rola xwe lîst. Ji ber wê jî em dikarin bibêjin ku kes nikare me ji cewhera me bi dûr bixe. Em ê bi îrade û îsrarê dengê xwe bigihînin tevahî jinên cîhanê."

Di dawiya nîqaşan de encamnameyek hat dayîn.

Di encamnameyê de ev xal hatin pêşkêşkirin:

Hevkariya bi rêxistinên berpirs re yên ji bo kar û barên jinan li seranserî xaka Sûriyeyê were kirin.

Xurtkirina jinan, destekdayîna wan û beşdarkirina wan di biryardanê de û di qadên siyasî û aborî de.

Pêşkêşkirina alîkariyê û zanîna çandî di aliyê siyasî de.

Vekirina navendên perwerdê û pêşxistina asta jinên Sûriyeyê da ku xwe nas bikin û rola xwe di avakirina civakê de bilîzin.

Veguhastina tecrûbeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû deverên din ên Sûriyeyê û peydakirina makanîzmaya dan û standina bi herêmên din re.