Nivîsgeha Jinan a li Helebê civîna xwe ya salanê li dar xist

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bi dirûşmeya "Em ê bi îradeya jinê rêxistinkirî civakek komunal û demokratîk ava bikin” civîna xwe ya salane li dar xist.

Heleb – Nivîsgeha Jinan a Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, îro bi dirûşmeya "Em ê bi îradeya jinê rêxistinkirî civakek komunal û demokratîk ava bikin” civîna xwe ya salane li dar xist. Endamên meclîs û komûnan, nûnerên saziyên sivîl, nûnerên Kongra Star, endamên partiyên siyasî û êzên Ewlekariya Hundirîn-Jin jî di nav de nêzî 400 jin beşdarî civînê bûn.

Di destpêka civînê de, Hevseroka Meclîsê Hêvîn Silêman axivî û di destpêka axaftina xwe de cangoriyên jin ên ji bo azadiya Rojava canê xwe feda kirine bi bîr anî û behsa qetilkirin, revandin û binpêkirinên ku jinên li herêmên di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam li Sûriyeyê de rastî tên, kir. Hêvîn Silêman, komkojiyên li dijî jinên Kurd, Elewî, Durzî û Xiristiyan ên li herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatine kirin bi bîr xist û destnîşan kir ku têkoşîna jinan dê heta dawiyê bidome.

Piştre, endama radyoya Şehba FM a Helebê Ronahî Yûsif, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî jin û komûnan xwend. Piştre, Cîgira Meclisa giştî Dunya Bekir jî rapora salê ya Nivîsgeha Jinan xwend. Di raporê de xebatên nivîsgehê di salekê de kirine, amar û hejmarên komîteyên girêdayî nivîsgehê hatin diyarkirin.

Piştî xwendina raporê, têkildarî xebatên Nivîsgeha Jinan û berxwedana jinan li dijî êrîşa Heyet Tehrîr el-Şam li ser du taxan, sînevizyonek hate pêşkêş kirin.

Civîna salane bi van biryaran bi dawî bû:

“Perwerdeyên îdeolojî û meslekî û girîngiya rêbaza xîtabê li ser ragihandinê.

Lidarxistin çalakiyan û bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Vekirina dayîngehekê ji bo zarokan û peydakirina firsetên kar ji bo jinan.

Aktîfkirina komînan, avakirina komîteyan û hilbijartina komînan.

Vekirina dewreyên xwendinê li taxa Benî Zêd ji bo jinan.”