Nîqaşkirina Fezlekeya rakirina parêzbendiya Salîha Aydenîz hat taloqkirin

Fezlekeya rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ku wê li Meclisa hatibûya nîqaşkirin hat taloqkirin.

Enqere- Rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterê CHP’ê Alî Mahîr Başarir û parlamentere Partiya ÎYÎ Lutfu Turkkan wê îro li Desteya Giştî ya Meclisê bihata nîqaşkirin.

Lê bele li ser îtirazkirina wekîlên sereke yên komên partiya CHP, HDP û Partiya ÎYÎ, koma partiya AKP poşman bû rakirina parezbendiyê bixe rojevê. Nûnerên partiyên muxalif diyar kirin ku wê doza rakirina parêzbendiya sê parlamenteran di hefteyên pêşiya me de bikeve rojevê û dibe ku parzbendiyên wan werin rakirin.