Nifşê nû serhildanê nû: Ciwan edaletê dixwazin
Ji salonên sendîkayan ên nifşê salên 80’an heta meydanên dîjîtal ên nifşê Z… Ciwanên li Mexribê ji bo edalet, perwerde û tenduristiyê derdikevin meydanê; bi pêşengiya jinan û hêza torên dîjîtal bîreke civakî ya nû tê nivîsandin.

HENAN HARÊT
Dema ez li wêneyên ciwanên ku vê hefteyê bi navê “Nifşê Z 212” li kolanên Rabat, Casablanka, Tanca, Tetwan û bajarên din ên Mexribê derketin, dinihêrim hin bîranînên min ên wek rojnamevaneke ji nifşê 80’î vedijîn. Em jî wek wan, xemên perwerdeyê, kar û rûmetê hilgirtibûn, lê amûrên me yên îfadeyê sînordar bûn, û qadên nîqaşê ji yên îro pir tengtir bûn.
Wê demê, meş di bin sîwana sendîka û partiyên siyasî de dihatin birêvebirin, daxuyanî li ser kaxezan dihatin nivîsandin. Lê îro, bi tenê bişkokekê li ser Instagram, Telegram an platformên wekî Discord, nifşek bi temamî dikare dem û cihê xwepêşandanan diyar bike, nexşeyên tevgerê xêz bike û dirûşman di çend deqeyan de koordîne bike.
Ev veguherîna dîjîtal ne tenê amûrek e, lê ruhê tevgerê bi xwe ye. Nifşê Z li benda daxuyaniyên partiyan an rêxistina sendîkayan nesekinî, wan qadeke xwe ya seferberî û nîqaşê afirand. Ji bo me, zarokên nifşê 80’î, ev lez û wêrektî cuda xuya dike. Lê di esasê xwe de ew heman armancên ku me hilgirtibûn nîşan dide: Dadmendiya civakî, wekheviya derfetan û mafê her kesî ji bo perwerde û tenduristiyeke baş.
Dîmenên mirovî yên xwepêşandanan
Tiştê ku van rojan bala min kişand ne tenê dirûşmeyên wek “Gel dixwaze gendelî hilweşe” an “Tenduristî û perwerde ji bo her kesî”, lê dîmenên mirovî yên biçûk bûn ku kûrahiya vê demê vedibêjin. Bavek ku bi zaroka xwe ya şîrmij di destan de ber bi otomobîla polîsan ve tê birin, ciwanên ku di hundirê erebeya ewlehiyê de bi ken dîmenekê digirin mîna ku bîranîneke xweş be û zarokek biçûk ku li hember fermana polîs a “biçe” bi biryardariya zarokatiyê dibêje “Na, ez naçim”. Ev kêlî hemû tiştî vedibêjin: nifşên ku şerên xwe ji hev mîras digirin û israra li ser mayîna li kolanan tevî tirsê.
Di dîmeneke din de, jineke Mexribî bi wêrekiyê destwerdanê dike dema dibîne ciwanek ji aliyê ewlehiyê ve tê binçavkirin. Bi dengekî sabît got: “Çima ew tê girtin, ew ji bo min wek welatiyeke diparêze?” Ev helwest ruhê welatîbûn û berpirsyariya sivîl a hin jinan nîşan dide, ku dixwazin mafên kesên din biparêzin û mafê her kesî ji bo îfadeya daxwazên rewa tekez dikin. Ev yek bi zelalî nîşan dide ku xwepêşandan ne tenê tevgereke ciwanan e, lê qadeke ku tê de enerjiyên sivîl ên cuda li hev dicivin, bi hebûna jinan a berbiçav ku li hember binpêkirina maf û azadiyan bêdeng namîne.
Zext û binçavkirin
Tevî tekeza organîzatoran li ser aştiyanebûna xwepêşandanan, tevger bi binçavkirinên berfireh hate bersivandin, di nav wan de girtina keçên çalakvan ên civaka sivîl. Wek rojnamevanek, ez nikarim vê aliyê jinê paşguh bikim: Jinên ciwan li gund û taxên marjînal herî zêde ji lawaziya xizmetên giştî zirarê dibînin, lê di heman demê de di rêzên pêşîn de ne dema mijar dibe daxwaza rûmet û dadmendiyê. Lawazî ji bo wan ducar e: nebûna navendên tenduristiyê yên nêzîk, zehmetiya berdewamkirina xwendinê piştî qonaxa amadehiyê, û girtina deriyên bazara kar. Ji ber vê yekê, ne surprîz e ku hebûna jinan di xwepêşandanên “Nifşê Z 212” de bi awayekî berbiçav xuya dike.
Lê mixabin, xwepêşandanên ku bi awayekî aştiyane dest pê kirin, zû bi tengezarî hatin dorpêçkirin, ku ev yek derî ji hin ciwanan re vekir da ku ber bi wêrankirin û êrîşên li ser milkên giştî û taybet ve biçin. Ji bo min, ev dîmen ji armanca rastîn a daxwazan dûr bûn û êşdar bûn, ji ber ku peyama tevgerê lawaz dikin û wêneya wê li ber çavên raya giştî xirab dikin. Welatê ku em hemû jê re dixebitin, nikare bi kaosê bê avakirin, lê bi îfadeya aştiyane û berpirsyar a ku hêza peyamê diparêze û dadmendiya wê diparêze.
Daxwazên Nifşê Z
Nifşê Z tiştekî ne mimkun naxwaze. Daxwazên wan di xuyayê xwe de hêsan in, lê di kûrahiyê de kûr in: dibistaneke giştî ya dadmend, nexweşxaneyek ku deriyên xwe ji her kesî re veke û derfeta karekî ku rûmetê diparêze. Tiştê ku ev ciwan pê re rû bi rû ne, bêhêvîbûneke kronîk e ji sozên reformê yên ku bi salan têne dubarekirin bêyî bandoreke berçav li jiyana wan a rojane. Ji ber vê yekê, kêşeya li pêşiya hikûmetê ne tenê bersivdana van daxwazan e, lê têgihiştina peyama vî nifşî ye ku bi israr xwe îfade dike, tew ku bedêla wê binçavkirin an şopandin be.
Diyaloga nifşan
Wek keça nifşê 80’î, ez dibînim ku diyaloga di navbera nifşan de niha ji her demê girîngtir e. Nifşê me veguherîneke siyasî û civakî ya dirêj jiya, û me bawer dikir ku guherîn hewceyê sebir û nefeseke dirêj e. Lê Nifşê Z veguherîneke bileztir û zelaltir dixwaze û di çavên wan de çu wateya bendekirina salên din tune. Ger em kanalên rastîn ji bo guhdarîkirina wan venekin, valahî dikare firehtir bibe, û bi wê re hesta marjînalîzasyonê ducar bibe.
Şeş rojên tevgerê
Şeş rojên tevgerê bes bûn ku guherîna vê demê nîşan bidin: xwepêşandanên ku ji qadeke dîjîtal dest pê dikin û zû derbasî kolanan dibin, beşdariyeke berfireh a ciwan û keçan, hebûna jinan a balkêş û paşê kêlîyên tengezarî yên ku bûn sedema qedexekirin, binçavkirin û kiryarên wêranker ên marjînal. Ev wêne tengeziya di navbera nifşekî ku dixwaze daxwazên xwe yên rewa bi azadî îfade bike, û desthilatên ku hê xwepêşandanan wek metirsiyeke muhtemel li “nîzama giştî” dibînin, vedibêje.
Peyama ji bo Nifşê Z
Nifşê Z fedslekî nû di dîroka xwepêşandanên Mexribê de dinivîse, bi zimanekî dîjîtal, bi dengekî jinê yê berbiçav û bi israreke ku pêşeroj dadmendtir be. Em, nifşê berî wan, divê bi hiş û dilekî vekirî guhdarî wan bikin, ji ber ku şerê wan di dawiyê de tenê dirêjkirina şerê me ye.
Wek rojnamevan û jin, ez dixwazim peyameke rasterast ji ciwanên Nifşê Z re bişînim: Hûn ne bi tenê ne. Dengê we tê bihîstin, û wêrekiya we di qada dîjîtal û xwepêşandanên aştiyane de rê li ber guherîneke kûrtir vedike. Her tim bi bîr bînin ku cih ji bo şîdet û teşwîqê tune, ji ber ku welat welatê me hemûyan e, û em nikarin wê biparêzin tenê bi ruhê aştiyane û israra berpirsyar a ji bo guherînê.
* Rojnamevan a Mexribî