Niam Bedel: Em sînoran tucarî napejirînin

Endama Koordinasyona TAJÊ Niam Bedel têkildarî dîwarê tê lêkirin li ser navê jinên Êzidî got: “Em weke TAJÊ wê tucaran vî dîwarî nepejirînin û bang li her kesê dikin li hemberî van pilanan xwedî bertek bin.”

Şengal - Peymana 9’ê Cotmehê ya ji aliyê Hukumeta Iraqê, Dewleta Tirk û PDK’ê ve hatî imza kirin her ku diçe dixwazin li beramberî Civaka Êzidî û tevahî pêkhateyên Şengalê têxin meriyetê. Welatiyên Şengalê li hemberî wan bi pêşengiya jinan çalakiya bi navê “Em hemû asayişin” dan despêkirin û bi mehan li ber sermayê di konê çalakiyê de bi diruşma “Parastina ax û rometa xwe” li ber xwe dan û bi vê helwesta xwe pilanên li ser Şengalê vala derxistin. Demek berî niha jî hewildanên navbera gundên Êzidî û Ereban têl kirinê dan despêkirin, ji ber bertekên welatiyan nekarîn wê jî bi ser bixin. Ev demeke carekdinê artêşa Iraqê ji bo navbera Şengal û Rojavayê Kurdistan sinorek ji beton lêbike di nava liv û tevgerê de ne. Welatiyên Şengalê li hemberî vê hewildana wan jî di nava çalakiyan de ne. Endama Koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Bedel di derbatê listokên Hukumeta Iraqê yên li ser Şengalê de nirxadin kir.

“Dîwar ji bo me hemûyan metirsiya fermanê ye”

Niam Bedel diyar kir ku ev sinorê nava wan û Rojavayê Kursitanê ji bo tevahî pêkhateyên Şengalê nefestengiyeke daye çêkirin û wiha berdewam kir: “Sînorê navbera me û Rojava lêdikin ji bo gelê Şengalê nefestengiyeke. Di warê tendirustî, pêdiviyên jiyanî û ya herî giring jî di warê ewlehî de ev sînor li ser me metirsiyê dide çêkirin. Ne pir dur her kes bila fermanê bîne bîra xwe di fermanê de hêzên Iraq û PDK reviyan û ji ber wê nêzîkatiya wan em di fermanê re derbasbûn. Ji xwe DAIŞ a wê demê hatî jî ji aliyê Iraqê hatin. Bi saya xeta navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê me karî em xwe xilas bikin. Ger ne ji Rojavayê Kurdistanê bûya niha emê ne li vêderê bûye û kes ji me xisal nedibû.”

Niam Bedel bilêv kir ku cihê ku niha diwar dideynin ji xwe bi ewlene, cihên bê ewle hene û bi sedan DAIŞ lê dijîn, li wan deveran tiştek nehatiye kirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ger Hukumeta Iraqê dixaze sinorên xwe bi parêze bila ji Medîban heya Rimanîn Sinorên xwe biparêze. Ji ber ew xet xetek neparastî ye û bihezaran DAIŞ niha li wan cezîran hene. Ew baş dizanin ev sinorê ku li nava me û Rojvayê Kursitanê digirin ji bo gel ne metirsiye, berevajî rêya xelasiya gel ji metirsiyane.”

“Li ser berdewam kirina fermanê li hev kirine”

Niam Bedel bal kişand li ser berfirehiya pilanê û wiha dom kir: “Em baş dizanin ku ji bo DAIŞ’î ji girtigeh û kampa Holê ya derkevin, bi hev re hertiştî dikin. Ji bo tenê Rojavayê Kursitanê û Şengal careke din bi êrişan re ru bi ru bimînin pîlanek fereh danîne ber xwe. Tevahî Cîhan dizane ku ger tiştek wiha bibe wê ne tenê ji bo Rojavayê Kursitanê û Şengalê wê ji bo giştî Rojhilata Navîn û mirovahiyê bibe xeteriyeke mezin. Ji ber ev pilan bi hevkariya tevan tê kirin û her hêzek menfîetên xwe tê de hene ji bo wê kesek dengê xwe nake. Em weke civaka Êzidî dizanin ku ev berdewamiya peymana 9’ê Cotmehê ya li ser bingeha tunekirina vîna civaka Êzidî ye.”

Niam Bedel bal kişand li ser bertekên gelê herêmê yên li hemberî lêkirina dîwar û got: “Ev rêya nava me û Rojavayê Kurdistanê ne tenê ji bo civaka Êzidî, di heman demê de ji bo pêkhateyên din jî rêya xelasiyê ye. Hemû pêkhateyên ku ji ber destê DAIŞ’ê xilasbûyî ji bo neyên qetil kirin ew jî bi me re di korîdora mirovî ya nava me û Rojavayê Kursitanê de xwe ji çetayan rizgar kirin. Ji bo ku pêkhateyên li Şengalê azad nejîn û xweseriya xwe ava ne kin çi ji destê Hukumeta Iraqê tê dike. Ne tenê em civaka Ereb jî li hemberî van kiriyarên wan xwedî bertekin. Piştî fermanê heya niha cikava Ereb jî weke civaka Êzidî xwe diber ax û warê xwe de berpirsyar dînin û ji bo ku li ser vê axê azad bijîn wan jî sazî û dezgehên xwe dibin banê Rêveberiya Xweser a Şengalê de ava kirine. Zarokên me bi hev re ji bo parstina Şengalê xebat dikin. Em weke civaka Êzidî û Ereb em li gor bawerî û çanda xwe bi hev re di nava tekoşînekê de ne. Em li ser fikra Rêber Apo xwe rêxsitin dikin. Ew jî dinava Rêveberiya Xweser ya Şengalê de cihê xwe digirin û di gelek sazî û dezgehên din de nûneriya wan jî heye. Ew çi bikin jî wê bi me nekarin û wê tucaran nekarin sinoran bêxin nava gelan de. Dujminên civka Êzidî wê tucaran nekare ne me û civaka Ereb ne jî em û gelê Rojavayê Kurdistanê ji hev qut bikin. Em weke TAJÊ wê tucaran vî dîwarî nepejirînin. Em bang li her kesê dikin rabe ser piyan li hember van pilanan û li beramberî vî diwarî bêdeng nemînin.”