Nêzî 400 malbat gihîştin Kantona Tebqayê

Hat ragihandin ku wesayîtên tê de nêzî 400 malbatên ji Kantona Efrîn-Şehbayê derketine hene, gihîştine Kantona Tebqayê.

Navenda Nûçeyan – Welatiyên ku ji ber êrîşan ji Kantona Efrîn-Şehbayê koç kirin, bi wesayîtan derbasî Kantona Tebqayê bûn. Wesayîtên ku tê de nêzî 400'î malbat tê de ne, gihîştin deriyê El Bu Asî yê Kantona Tebqayê.

Meclisa Gel biryar girtibû

Piştî êrîşên ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyê ve di 29’ê Mijdarê de li hember Til Rifat û Şehba'yê destpê kirin, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê, ji bo pêşî li komkujiyan bê girtin biryarek girt. Li gor biryarê xelk dê ber bi herêmên bi ewle ve bên veguhestin. Di çarçoveya biryarê de di 2’yê Kanûnê de dest bi anîna wan kirin. Malbat li herêmên bi ewle yên Rêveberiyên Xweser tên bicihkirin.