Nexşeriya ber bi Sûriyeyek demokratîk ve: Hevpeymana Civakî

Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo girîngiya Hevpeymana Civakî anî ziman û got: "Ew mafên jinan wek prensîbeke bingehîn diyar dike û azadiya wan îfade dike."

NÛR EL-EHEMD

Reqa – Di nav krîza Sûriyeyê de ku ji sala 2011'an vir ve welat dorpêç kiriye, ezmûna Rêveberiya Xweser li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji modelên alternatîf ên herî berbiçav derketiye holê. Bi pergala xwe hewl dide projeyek neteweyî ya demokratîk formule bike ku bersiva dijwariyên rastiya Sûriyeyê bide û li ser prensîbên beşdariya gel, jiyana hevbeş di navbera civakan de û edaleta civakî ava bibe. Hevpeymana Civakî ya ku Rêveberiya Xweser li ser hatiye avakirin, nexşeriya avakrina Sûriyeya demokratîk pirrengî ye.

'Hevpeymana Civakî nasnameya hemû pêkhateyên herêmê temsîl dike'

Hevseroka Meclîsa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîham Qeryo armanc û girîngiya Hevpeymana Civakî wiha anî ziman: "Ew wek bendek bingehîn di kongreya Neteweyî ya gelê kantonên Cizîr û Firatê salê 2020'an de derket holê, ji bo nivîsandin û serarastkirina destûra ku di sala 2013'an de ji aliyê hêzên siyasî û rêxistinên herêmê ve hatiye erêkirin. Ev hevpeyman herêmên rizgarkirî wek Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbic jî di nav xwe de digire. Komîteyek ji 158 kesan ji hêzên siyasî û rêxistinên civakî hate avakirin û nasnameya hemû pêkhateyên Ereb, Çerkez, Kurd, Ermen û Xiristiyanan ve temsîl dike. Ji vê komîteyê, komîteyek biçûk ji 30 kesan pêk tê, hate avakirin. Pêşnûme hate nivîsandin û ji gelê herêmê re hate pêşandan."

'Hevpeymana Civakî xwe dispêre prensîba piralî nenavendî û demokratîk'

Sîham Qeryo derbarê kêşeyên ku rastê pêkanîna bendên Hevpeymanê hatine kir û got: "Nêzî ji sedî 50 ji bendên Hevpeymanê ketine meriyetê. Her wiha ji ber êrîş û zextên dewleta tirk di pêvajoya pêkanîna hilbijartinên şaredariyan de hin astengî hatin jiyîn. Em hewl didin meclisên Neteweya Demokratîk ku ji desteyan pêk tên, ava bikin. Ev meclîs û deste jî di bin sîwana Meclîsa Gelan a Demokratîk de kar bikin û mekanîzmeyên pêkanîna Hevpeymanê bi meclisên rêveber re dê werin nîqaşkirin. Hevpeyman xwe dispêre prensîba piralî, nenavendî û demokratîk û modela destûra rêxistinkirina jiyana siyasî û civakî ye. Her wiha rol û mîsyona jin û ciwanan di nava xwe de garantî dike."

'Destûra nû temsîla civakê nake'

Sîham Qeryo bal kişand ser rêvebirina Sûriyeyê ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam piştî hilweşîna rêjîma Baas û geşedanên ku rû dane û wiha pê da çû: "Ragihandina destûreke nû pirrengiya çandî û zimanî ya welêt nîşan neda, her wiha mafê gelek pêkhateyan paşguhkir. Ji ber vê, girîngiya Hevpeymana civakî wek projeyek berfireh ku nûnertiya hemû beşên civaka Sûriyeyê dike, eşkere dibe. Taybet piştî komkujiyên ku li ser mezhebên Elewî û Durzî li peravên Sûriyeyê hatin kirin. Ew hewl dide ku yekîtiya neteweyî xurt bike, aboriyek civakî ya komunal û edaleta civakî pêk bîne."

'Peyamana Civakî hebûna jin garantî dike'

Sîham Qeryo tekez kir ku jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîstema Rêveberiya Xweser de destkeftiyên berbiçav bi dest xistine, di hemû astên siyasî û leşkerî de roleke pêşeng dilîzin û wiha vegot: "Bi saya sîstema Hevserokatiyê, jin temsîliyeta xwe ava dikin. Bi vî rengî têgeha wekheviya zayendî xurt dike. Ew beşdarî avakirina avahiyên xwe bûne, di nav de Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha rêxistin û tevgerên jinan ên çalak wek Kongra Star, Kombûna Jinên Zenûbiya û Yekîtiya Jinên Suryan ve. Di xala 110'an a Hevpeymana civakî mafên jinan wek prensîbeke bingehîn destnîşan dike û wan dike xwedî saziyeke serbixwe ku bi azadî xwe îfade dike û beşdariya wan di warên cûrbecûr de zêde dike."

'Hewcedariyek neteweyî bi Hevpeymana Civakî heye'

Sîham Qeryo bang li tevahî jinên Sûriyeyê kir ku ji ezmûna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûd bigrin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafên xwe di hemû waran de bidest xistiye û hebûna xwe dane îspatkirin. divê em li dijî planên ku projeya Netewa Demokratîk hedef digre baldar bin. Pêkanîna Hevpeymana Civakî pêdîviyek neteweyî ye ku temsîliyeta hemû pêkhateyan tamînet dike û edaleta civakî pêk tîne."