Newroza Amedê destpêkir: Sedhezaran bûn lehî û herikîn qadê

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar a di Newroza Amedê ku sedhezaran tevlî bû de mafê axaftinê girt, wiha got: “Dê 14’ê gulanê bibe dawiya siyaseta îktîdara AKP’ê û bibe rêya siyaseta Rêya Sêyemîn.”

Amed – Pîrozbahiya Newroza li Parka Newrozê ya navçeya Rêzan a Amedê bi tevlîbûna sedhezaran bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” destpê kir. Newroza 2023'an ku ji bo kesên di erdhejên navenda wan Mereşê de jiyana xwe ji dest dane sehneyan bi rêşan hat pêçan, pankartên bi nivîsa "Newroz pîroz be" hatin daliqandin. Li qada Newrozê posterê Jîna Emînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin ê bi nivîsa “Bi tayê porê Jîna Emînî, em ê tekoşîna jinê bilintir bikin” û posterê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an Amedê ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin ê bi nivîsa “Kemal Kurkut nemir e” hatin daliqandin. Li gel posteran, her wiha pankartên “Şîna me sedema tekoşîna me ye”, “Newroz cejna azadiyê ye”, “Ciwan agirê Newrozê yê qet venamire ye” û “Rihê 8’ê Adarê diherike qada Newrozê” hatin daliqandin.

Ji ciwanan bertek: Bê Serok jiyan nabe

Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ku di Newroza par de ketibû nava hewldanên provakasyonê, di navbera dikê û qada Newrozê de bi bilindahiya 5 metreyan têla dirêhî bi cih kir. Ciwanên ku bi pankartên xwe derketin ser têlan, bi dirûşman Midûriyeta Emniyetê protesto kirin. Polîsan hewl dan mudaxileyî ciwanan bikin lê nekarîn xwe bigihînin ciwanên 5 metreyan derketin ser têlan.  Hêrs û kîna li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê derket lûtkeyê. Jin û ciwanên ku qada Newrozê tije kirin, bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Bernameya Newrozê ku bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dest pê kir.

Ji gelek pêkhateyan tevlîbûn pêkhat

Di protokola Newroza Amedê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Cîgira Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Seroka Lijneya Rêveber a SAMER’ê Yuksel Genç, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan Yeşîl, Înîsiyatîfa Malbatên 5’ê Hezîranê û Malbatên Pirsûsê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) cih girtin.

Ferît Şenyaşar jî li Newroza Amedê ye

Mêvanên taybet ên Newrozê jî ji Malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar, hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş, hevjîna Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, Zeynep Mizrakli ne. Di heman demê de MED TUHAD-FED, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Pîr Sûltan Abdal, MED-DER, Enstîtûya Kurd, Komeleya Jinan a Rosayê, Amedspor, Serokê Baroyê Amedê Nahît Eren, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Mehmet Kaya û Serokê Lijneya Rêveber a GUNSÎAD’ê Nûrûllah Edemen jî di protokolê de cihê xwe girtin.

Pêşkeşvaniya pîrozbahiyê jî hunermend Devrîm Demîr û lîstikvanê şanoyê Ozcan Ateş dikin. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy li qada Newrozê bi zaravayên kirmanckî û kurmancî Newroz pîroz kir û wiha got: “Ez Newroza rêhevalên me Denîz Poyraz û Nagihan Akarsel pîroz dikim.”

'Dem hatiye ku taritî guherînin ronahiyê’

Gulîstan Atasoy wiha axivî: “Îro em di hundirê me de êşa me, hêrsa xwe di dilê xwe de û îsyana xwe ya di zimanê me de li qadên Newrozê ne. Em bi gotina şîna me sedema têkoşîna me ji 8'ê Adarê ve derbasî Newrozê bûn. Em ê meşa xwe ya di roja Newrozê de dest pê kir di 14’ê Gulanê de bi serketinê bi dawî bikin. Ev qada Newrozê ya Amedê vê soza mezin dide û ev qada dîrokî îro mizgîniya wê dide. Me bedelên mezin dan û me gelek êş kişand, lê niha dem hatiye ku em tarîtiyê veguherînin ronahiyê. Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala zarokên Kawayê şoreşger. Dê bibe sedsala ku hemû gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê azadiya xwe bi dest bixin.”

'Em ê hesab pirsîna ji faşîzmê berdewam bikin’

Çawa ku me ji vê pergal û hikûmetên karasetan ava dikin hesap pirsî, em ê ji vê şûnde jî hesab pirsîne bidomînin. Em ê hesabê ji faşîzmê bipirsin. Em ê li dijî zilm û zordestiyê têkoşîna xwe bidomînin, ziman, çand û nasnameya xwe biparêzin. Em careke din bang li serwerên ku têkoşîna me ya mafdar ji ne dîti ve tên dikin. Em heta îro li pêşiya çok nedanî û tu carî jî nedeynîn. Em mafdar in, em ê bi ser bikevin. An serkeftin, an serkeftinek. An azadî, an azadî."

‘Dilê her kesî li vir e’

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar Newroza gel bi zaravayê kirmanckî pîroz kir û wiha got: “Merhaba gelê Newrozê yê hêja. Newroza me bila wesîleya jiyaneke azad, pêşerojeke azad û serdemeke hilweşandina rejîma yekzilam. Newroz, Amed e. Berxwedana gelê Amedê Newroz e. Îro bi hezaran rêhevalên me yên li sirgunê û li çar aliyên cîhanê gel Newroza Amedê dişopînin. Dilê her kesî li vê derê ye. Ji her çar aliyên cîhanê dilê her kesî li Amedê lê dide.

Newroza hemû jinên li ber xwe didin hat pîroz kirin

Newroza hemû jinê li dijî tundiya mêrê serdest têdikoşin û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ji xwe re kirine rêber, pîroz be. Newroza her kesên li dijî talankirina xwezayê têdikoşin û xwezayê diparêzin pîroz be. Newroza hemû berxwedêrên îro ji ber têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê di zindanan de ne, pîroz be. Di serî de gelê kurd, Newroza hemû gelên li dijî pişaftinê û înkarê têdikoşin û ji bo parastina hebûna xwe têdikoşin, pîroz be. Newroza hemû kesên tevî zextan jî li dijî rejîma yekzilamî têdikoşin, pîroz be.

Balkişandin li ser siyaseta ‘Rêya Sêyemîn’

Gelê me pir zû de fatûreya îktîdarê biriye. Dê biçin û em ê wan bişînin. Erdheja bi serê me hatî ne tenê karesateke xwezayî bû. Ji ber ku îktîdarê tevdîr negirtin, ji ber ku çavên xwe li rantê girtin û ji ber ku bacên erdhejê pêşkeşî alîgirên xwe kirin, erdhej veguherî karesatê. Em ê hesabê ji wan bipirsin. Tevî hemû zext û astengkirina jî gel piştevaniyeke civakî birêxistin kir. Vê jî nîşan da ku jiyaneke nû pêkan e. Ev serdema nû jî rêbera me ye. Dê 14’ê gulanê bibe dawiya siyaseta îktîdara AKP’ê û Rêya Sêyemîn meşa xwe bidomîne. Weke Partiya Çep a Kesk em soza vê didin.

‘Newroz vîna çareseriyê ye’

Di esasê xwe de Newroz vîna çareseriyê ye. Di Newroza 2013’yan de tam li vê qadê, li Amedê deklarasyona birêz Ocalan hate xwendin. Wê demê li vê qadê got ku dikare di çareserkirina pirsgirêka kurd de berpirsyartiyê li xwe bigire û bersiv dabû îktîdar û dewletê. Ew deklarasyon hêj îro jî derbasdar e. Newroza Amedê ya ku em îro dibînin, hem li dijî şerê tê meşandin û hem jî li dijî tecrîda girankirî nîşan dide ku ji bo çareseriyê ber bi dawiyê vê tên. Ev qad berpirsyartiyê li xwe digire. Bila sala 2023’yan bibe sala Tirkiyeyeke demokratîk, Tirkiyeyeke bê tecrîd û bê şer.”

Agirê Newroza Amedê ya dîrokî hat pêxistin, bername bi axaftinan dewam dike.