Newroza Amedê bi dawî bû

Dema Newroza Amedê bi beşdariya bi sed hezaran kesî ber bi dawiyê ve diçû, di axaftinan de peyama "Em ê hêza mêtingerî û talanê di sindoqan de binax bikin" hat dayîn.

Amed - Dema Newroza Amedê piştî agir bi axaftinan berdewam kir, Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsên Xwendekarên Demokratîk (DOM) bi pankarta "Bi rihê nûjen Kawa, bi rihê Kemal Kurkut, ciwanên azad dimeşin" ketin qada Newrozê.  Ciwanan bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaîyê Apo ye", " Bijî berxwedana gerîla ", "PKK gel e gel li vir e", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kirin. Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, ji gelê ku qada Newrozê tije kirine re axivî û got, “Newroz roja azadî û berxwedanê ye. Newroz îro careke din bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Hesinkar Kawa agirê Newrozê li çiyayên Zagrosê vêxist. Ji wê demê ve Çagdaş Kawa û rêhevalên xwe agirê Newrozê geş kirin. Ji bo vê jî Newroz ji bo Kurdan rojeke girîng e.”

Kemal Korkut cihê ku lê hat qetilkirin bîranîn

Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê ku di pîrozbahiya Newroza 2017'an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li Kolana Evrîm Alataş a cihê hatibû qetilkirin, hat bîranîn.  Kemal Kurkut ji aliyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Berdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun.  siyasetmedar Ahmet Turk û parlamenterên HDP'ê ve bi qurnefîlan hat bibîranîn.

Peyama yekîtiya neteweyî

Partiyên ku di nava xebatên Tifaqa Kurdistanê de cih digirin, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (KDP-T) Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hevserok Mîthat Sancar, Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek, Komeleya Şoreşgerên Demokratîk ên Kurd (DDKD) Halîm Îpek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk Askar, ji Yekitiya Kurdîstanê. Platforma Jinan qada Newrozê ya Amedê ji ser dikê silav kir û peyama yekîtiya neteweyî da. 

'Em ne yekalî, piralîbûnê dixwazin'

Serokê Giştî yê PIAyê Mehmet Kamaç Newroza gel pîroz kir û got, “Di dema ku em Newroza 2023’an dijîn, bi salan e polîtîkayên wehşet, zordest, qedexe û qirêj ên vî welatî bi hemû leza xwe berdewam dikin. Em ji Qada Amedê bang li wan dikin. Em ê bi hev re jiyanê ava bikin. Em pêşerojeke ku piralîbûnê hembêz bike û dixwazin, ne yekalî yê dixwazin. Emê tekoşîna vê bidin û li huzura hemû cîhanê em soz didin ku wê li qada amadê vê ew pêk were.  Em îro li Amadê bang li kesên ku li girtîgehan bi bê huquqiyê re rûbûrû dimînin,ev bi salane polîtîkayên ku tecrîtê tê meşandin, kesên ku tiliyên xwe ji herkesî re dihejînin, kesên ku civakê ji hev du cuda dikin bang dikin û polîtîkayên qayuman bi salana dimeşînîn dikin û dibêjin edî em nasekinin.”

TJA: Şoreş wê bi ser bikeve

Aktîvîsta TJA'yê Gulîstan Sonuk Newroza jinan û dayikan pîroz kir û got, "Em Newroza xwediyê felsefeya 'Jin jiyan azadî' birêz Ocalan pîroz dikin. Em Newroza Semayan a ku li dijî qedexeyan agir berda bedena xwe pîroz dikin. Em bi hezaran sal in li van xakan li dijî pergala serdest a mêr têdikoşin. Li hemberî vê zîhniyetê Kurd û gel bi paradîgmaya 'Jin jiyan azadî' têdikoşin. Yên ku bi qedexe, komkujî û mirinan hewl didin şoreşa jinê asteng bikin, bila bizanibin ku ev şoreş wê bi ser bikeve. Di erdhejên navenda Mereşê de zîhniyeta serdest a mêr jin di bin kavilan de hişt. Lê hevgirtina jinan jin rizgar kir. Yên ku di şexsê jinên Kurd de bi polîtîkayên şerê qirêj hewl didin jinan bê îrade bihêlin, bila zanibin ku wê nikaribin bigihêjin armancên xwe. Yên ku hewl didin tecrîdê rêbaz bikartînin, bila li vê qadê binêrin. Çawa ku vê qadê ev dorpêçî qebûl nekir, wê tecrîdê jî qebûl neke, nas neke û bişkîne. Eger di sala 1982’an de faşîzm, nîjadperestî û zayendperestî bi sê çîpên kibrîtê hat tunekirin, wê pergala serdest a mêr ne tenê li Tirkiyeyê, li hemû cîhanê jî têk biçe. Faşîzm wê bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' were tunekirin."

Safiye Akdag bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê

Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê ya ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED) Safiye Akdag bi gotina “Bi berxwedana Çagdaş Kawa Mazlum Dogan a ku agirê Newrozê di bedena xwe de pêxist ez we silav dikim” dest pê kir. Safiye Akdag bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: “Nûnera niha ya cûntaya faşîst a AKP-MHP’ê bi rêya Wezareta Dadê rêbazên îşkenceyê yên Esat Oktay didomîne. Girtiyên nexweş ji mirinê re hiştin, bi sirgûna re rûbûrû tên hiştin kirin, înfazên wan tên şewitandin. Roj nîne ku girtî neyên sirgûnkirin. Her roj cureyên nû yên girtîgehan tên vekirin. Girtî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Ev pêkanîn di tu qanûnê de cih nagirin.”

'Girtî bi ruhê Mazlûm Dogan li ber xwe didin'

Safiye Akdag bi bîr xist ku di erdhejê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û got, “Di erdhejê de jî zextên li girtîgehan dewam kir. Bi sedan girtiyên nexweş hatin ber mirinê. Dayikên ku Nobeda Edaletê didomînin tu bersiv negirtin. Qêrîna dayikan berdana girtiyên nexweş bû. Azadkirina girtiyên siyasî bû. Serhildana ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê dest pê kir didome. Girtî bi ruhê Mazlûm Dogan li ber xwe didin. Em careke din ji vir hemû girtiyan silav dikin, Newrozê pîroz dikin. Kiryarên qirêj ên li hemberî girtiyên nexweş bû sedema mirina bi dehan kesan. Girtîgeh bûne malên mirinê. Em di şexsê Garîbe Gezer de hemû şehîdên zindanan bi bîr tînin. Berxwedana zindanan mezin dibe, bijî berxwedana zindanan, bijî berxwedana zindanan." 

Piştî axaftinan peyamên Newrozê yên formasyona “1000 jin ji bo azadiya girtiyên jin ên nexweş”, Partiya Kedê ya Kurdistanê ya Herêma Federal a Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê hatin xwendin.

Ji Talebanî Peyama Newrozê

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji bo Newroza Amedê ya bi heybet peyameke vîdyoyî şand. Peyama Bafil Talebanî ya ku bal kişand ser girîngiya yekitiya netewî ya Kurdan wiha ye: “Roj bi xêr birayên min ên hêja, Newroz li we hemûyan pîroz be. Newroz li hemû zarok û ciwanan pîroz be. Ez hêvî dikim ku îsal bibe salek ku hemû Kurd bi hev re têbikoşin. Em ê hemû pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û ji bo destkeftiyên xwe di nava yekîtiyê de mil bi mil têbikoşin. Ez bang li hemû welatên cîran dikim: Siyasetmedar û rêberên me serbest berdin, astengên ku nahêlin gel, doktor û parêzer bi wan re hevdîtinê pêk bînin rakin. Dilê me bi malbatên ku di erdhejê de hemû nas, xizm, xwişk û bira, dê û bavên xwe winda kirin re ye. Bi piştgiriya we zextê li hemû partiyan  bikin. Em ê teqez bikin ku ew berjewendiyên gelê me bidin pêşiya xwe. Bijî Kurd û Kurdistan, yan Kurdistan yan mirin.”

stran ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatin gotin

Koma Agirê Serhildanê ku di Newroza Amedê de derket ser dikê, ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane stranên xwe gotin. Stranbêja Koma Agirê Serhildanê Melîsa Yilmaz bi gotina "Ji agirê serhildanê re hezar silav li kesên ku agirê Newrozê pêdixin" qada Newrozê silav kir. Melîsa Yilmaz wiha got: “Di felaketa mezin a erdhejê de bi sed hezaran gelê me di bin xirbeyan de man. Em êşa gelê xwe yê ku windahiyên giran dane parve dikin. Lê em dizanin ku xweza ne berpirsiyarê van mirin û wêraniyê ye. Ev ferman e ku ji bo kirê û qezencê jiyana xwe paşguh dike, bi zanîna rastiya erdhejê berpirsiyar e. Bi rihê Newrozê em bi stranên xwe yên bi agirê Newrozê hatine amadekirin, li dijî yên ku erdhejê veguherandine qetlîaman û yên ku ji erdhejê sûd werdigirin û bi her awayî êrîşî gelê me dikin, têkoşîna şoreşê radikin.  Em Hesinkar Kawa, agirê serhildana li dijî zilma Dehak, Em çar dilên ku gelê xwe ji agirê ku ji zindanên Amedê hildikişin mertal û em Îbrahîm Kaypakkaya ne ku ji bo xatirê gel û şoreşê di zindanên Amedê de 90 êşkence li ber xwe da û tu sir neda. Di 50. salvegera qetilkirina wî de em rêberê komunîst Îbrahîm Kaypakkaya û gelek lehengên xwe yên ji bo gelan canê xwe feda kirine bi bîr tînin û ev pola wê ava ku girtiye ji bîr nake."

'Hûn nikarin bi zexta encam bigirin'

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk qada Newrozê bi kurdî silav kir û got: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê xwedî girîngiyeke mezin e, hilbijartinek dîrokî tê. Em ê di hilbijartinan de hesabê vê pergala faşîst û gemar bipirsin. Ew roj derbas bûn. Bila gotina me ev be, dawiya vê zihniyetê hatiye. Girtiyên nexweş ji mirinê re hiştin. Yên ku têkoşîna xeyriyan û Sarayan berdewam bikin wê dev ji têkoşînê bernedin. Bi van zextan hûn nikarin encamê bigirin. Ji vir em careke din hemû girtiyan silav dikin.”

Li qadê posterên Abdullah Ocalan hatin vekirin

Di Newroza Amedê ya ku şahidiya dîrokê kir de gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Li qada ku alên PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin girseyê gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kir. Ciwanên ku posterên Abdullah Ocalan hilgirtin li qadê demekê meşiyan. Bi vekirina afîşê re ji aliyê girseya li qadê ve coşeke mezin hat. Girseya ku bi çepik û zengilan piştgirî da ciwanan, gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Mîthat Sancar: Em ê teqez vê fermanê biguherînin

Beşek ji axaftinên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ên ji bo bi sed hezaran qada Newrozê tije kirin wiha ne: “Dema em ji Newrozê re silav dikin, ji polîtîkayên şer re dibêjin na. Em ji îstîsmar, talan û derewan re dibêjin na. Em alîgirê avakirina jiyaneke nû li welatekî nû ne. Ji ber vê yekê silav li Newrozê û bi xatirê te ji hikûmeta AKP-MHP’ê. Em ê wan hemûyan bi hev re bişînin. Bi tifaqên ku me bi berxwedan û helwesta xurt a gelê li van qadan û meşa xwe ya bi biryar, em ê teqez jiyana nû ava bikin. Tifaqa Ked û Azadiyê, tifaqên ku me bi partiyên Kurdistanî re çêkir, tifaqên ku me bi bindestan û tên mêtîngerkirin tevahiya welat re çêkir, têkoşîna ku me di pêşengiya jin û ciwanan de da meşandin, bêguman wê bi ser bikeve. Tu guman li ser wê tune. Em ê vê desthilatdariyê bişînin, teqez em ê vê fermanê biguherînin.

'Em ê bi hev re komareke demokratîk ava bikin'

Erê, zêde ne maye. Em ê di 14’ê Gulanê de li ser sindoqan bi van tifaqên bi hêz encamên destpêkeke nû derxin holê. Em ê hêza şer, hêza îstîsmar û talanê di van sindoqan de binax bikin. Em ê ji vir hêz û misogeriya guhertin, veguhertin, aştî, azadiyê bigirin. Em garantiya veguherîna demokratîk û aştiyeke mezin li vî welatî ne. Ew tu yî. Helwest û çûna we ya bi biryar e. Em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin. Rêya ku em dimeşin rêya sêyemîn e. Riya jiyana nû riya sêyemîn e. Ev rê ber bi komara demokratîk ve diçe. Em ê bi hev re komara demokratîk ava bikin.”

Bêtehemûliya polîsan a li hemberî 'Kurdistan'ê!

Piştî axaftinan Koma Aryen û Koma Şerzan li pey hev derketin ser dikê. Dema komê stranên Şerzan digotin, ji ber ku “Kurdistan” tê de bû, polîsan mudaxaleyî dengbêjiyê kir û mudaxeleyî strana komê kir. Li ser vê rewşê, stranbêjê sereke yê komê stran ji nû ve veguherand û dîsa got. Bi milyonan kesên ku bi zilgît û çepikan piştgirî dan stranan piştî ku bername bi dawî bû bi slogan û meşan ji qadê belav bûn.