Newaya Jin mizgîniya guherînên nû dide

Hejmara 205’an a rojnameya jinê Newaya Jin giha ber destê xwênerên xwe.

Navenda Nûçeyan - Rojnameya jinê Newaya Jin ku bi meha Nîsanê re keta sala xwe ya 18'an, hejmara 205'an gihand ber destê xwendevanên xwe. Di hejmara nû de ku bi manşeta "Tiştên hatine guhertin hene" çap bû, çalakiyên 8'ê Adarê, peyamên Newroza 2022'an, 4'ê Nîsanê, Tehcîra Ermen a 1915'an, mijarên ekolojîk û çandê hatin nirxandin.

Akademîsyen Sîmten Coşar işaret bi 8'ê Adarê kir û destnîşan kir ku dengê berxwedanê li dijî desthilatdariyê dikare bê bilindkirin. Siyasetmedar Nîlufer Koç jî heman mijar nirxand û diyar kir ku piştî 111 salan dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li qadên 8'ê Adarê hatin qîrîn. Roza Metîna peyamên Newroza 2022'an nirxand û destnîşan kir ku Newroza îsal hem bi peyamên xwe hem jî bi atmosfera xwe ya bi coş derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Rojnameyê bi wesîleya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevpeyvîneke taybet li ser zarokatî û jiyana wî weşand.

Rojnamevan Alîn Ozînîan bi bîranîn û vegotinan di gotara xwe de qala Qirkirina Ermenan a 24'ê Nîsana 1915'an kir. Ekolojîst Sûltan Gulsum bal kişand ser yek ji polîtîkayên şuştina zayendperestî (genderwashing) 'Femvertisements'. Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya bi wesîleya salvegera 18'an a damezrandina Newaya Jin hest û fikrên xwe parve kir.